Tika ye tiştekî bixwîne
November 17, 2010
Gotar û Nerîn
Dewlet û şaristanî ku dikevin ne bi sedema neguhartinê dikevin çendî teşqele û kêşe hebin jî lê bi hoya ku sîstema wan a birêveberiyê nikare pêdiviyên serdemî bi cih bîne. Dewleta Ebbasî ku 5 sedsal dom kir nikarî li dawiyê li rûyê sextekariyê li ber xwe bidaya û bûye sedema rûxana wê û hîn ereb û misliman serê xwe bi dahênana bîrewerî û şaristaniya serdema Ebbasî radikin û dibînin ku ew hemdemî ye digel şaristaniya Yunanî û Romanî di raman û felsefê de. Eger rûxana dewletan bi wateya dawiya bîrdoziyê bûya diviyabû bîrdoziya îslamê bi rûxa dewleta Ebbasî re nemaya û wek “ew hizir dikin” bi rûxana dewleta sovyetistanê. Ev rewşenbîrên sistok di nav tevgerên îslamî de, eger haya wan ji dinyayê hebûya diviyabû berî hemû tiştî karê tevgerên xwe rexne bikirana û ew çareser bikirana, çunku ew di heman rêya ketin û hilweşandina sovyetistanê de diçin.
Komeleya Îslamî û Yekgirtûya Îslamî wek nimûne, du partiyên ku bi şêweyê Lênînî kar dikin û bi forma pîramîdî ji serê ta xwarê û berbijar, xane, şane, peyrew û bernameya kombûnê û civînan, abone, kongre, komîteya navendî û navendîtiya demokrasî û hemû tiştê van rêxistinan berî sed salî ve ji aliyê Lênîn ve hatiye danîn û berî 20 salan bê sûd derket û kete ber dilovaniya dîrokê.
Navendîtiya demokrasî ku navekî xweşik e ji bo karê dîktatoriyê ne tenê li Sovyetistanê hate meşandin her wiha li hemû dewletên sosyalîstî de, li pey wê tu dikarî bîr û boçûna xwe bibêjî û rexnegirtin “helbet di civînên nehînî de” lê li dawiyê ferman bi dest ên li jor e, ev jî dîktatoriyeke wek roja nîvro ye. Ev şêwazê ku li dewletên sosyalîst de bi ser neket lê li Herêma Kurdistanê hîn bi kar tê ji aliyê hemû partiyên îslamî, demokratîk û çepgir ve û hîn mele û nivîskarên xwe ve li ser ketina bîrdoziya çepgir diaxivin û wê wek lekeyekê di eniya hizira neayînî de dibînin, ev jî ji encama neagahdariyê ji rewş û halê dinyayê tê.
Bi boçûna min, divê misliman bi çewtî gelek qala Marks û bîra markisî nekin, ji aliyê lojîkî ve ev bîr ji bîra olî ve gelek nêzîk e, markisî kitûmit wekî ayînê mizgîniya bihuştê didan bawermendên xwe. Hemû fîlozof bi dirêjiya dîrokê berê xwe dane desthilat û desthilatdaran, û hewl dane wan razî bikin ku bi dilovanî û mihrevanî rû bidin gelê belengaz û perîşan. Fîlozof bi berevajî pêxemberan berê xwe nedane hejaran û ji wan nexwestin ku tevbigerin bo guhartinê û di nav fîlozofên tenê Marks rêya pêxemberan girtiye û ji hejaran xwestiye tevbigerin û hev bigirin berev guhartinê, mizgîniya bihuşta şîr û hingiv di paşerojê de daye wan û nakokî di navbera wan de ku bihuşta wî li ser erdê ye û ya pêxemberan li axretê ye. Ez wisa bawer dikim ku Marks xwestiye li pey rêya pêxemberê îslamê biçe lê bi rêyeke dinyayî, ev lipêçûn rengek e ji pêbaweriya bi felsefeya ayînê ku li dawiyê daxwaza wergirtina kirêya ked û xebata xwe dikin.
Ez ji kesî naxwazim ku baweriyê bi bîra marksî bîne û her wiha ez ji kesî naxwazim li pey bîra ayînî biçe, lê ez ramanên xwe pêşberî xwendevanan dikim û hizira min di xizmeta asûdeya xelkê de ye. Ev beramberkirin di navbera peyamên asîmanan bo mirovahiyê û peyama Marks de min bi bîr anî ji bo ku ez hinek li ber hewlên hin nivîskar û rewşenbîran yên ji bo tiral û tembelkirina civakê bisekinim. Tirala hiş paşerojeke geş baş nahîne û her wiha reftar û danûstan bi tersî tecrûbe û ezmûna gelan. Tiştê ne mirovane yê ku hişt Sovyetistan hilweşe niha li Herêma Kurdistanê ketiye dewrê û partiyên îslamî pê kar dikin, kêrç û tinazan bi mirovahiyê û tiştên pîroz dikin.
Ez ê vegerim ser Stalîn ku di destpêka gotara xwe de min çêrê kiribû, ku îslamî jî dema behsa wî dikin wisa dizanin ku qala xizmekî min dikin. Stalîn di ezmûna sosyalîzmê de di sedsala bîstan de dîktatorekî mezin bû, ne dîktatorê takane bû, her wiha Ceausescu û Kim Il Sung û Mao Tse-Tung û Castro hene ku bi dehan salan zilm û zor bi ser gelên xwe de anîn. Û eger Che Guevara jî bigihişta desthilatdariyê ew jî dê bibûya dîktator, çunku sîstem û metoda karê wan “metoda Lênînî” çewt bû û ne mirovane bû û ji bilî dîktatoran berhem neanîne, ew sîstem li hişyarî û şaristaniya mirovê serdemê nedihat.
Lê di dîroka wan dîktatoran de ronahiya geş jî hebû û ne hemû tarîtî û reş bû. Eger hîç erêniyeke Sedam Husên tune be, besê wî ye ku bi heyama 25 salan nehiştiye Îran bi qasî nîskekê jî bikeve nav Iraqê, her wiha Stalîn pişta hêza herî mezin ya nemirovane şikand ku ew jî Almanya ya nazî bû û eger Hitler di şerê cîhanê yê duyem de bi ser biketa dê dîroka mirovahiyê bi aliyekî din ve bibira, ez piştrast im ku berî herî her tiştî wî dê îslam biperçiqanda, lewma ez tika ji wan “zanyaran” dikim ku hinek pertûkan bixwînin berî ku biaxivin.
(AKnews)