• Tuesday, 30 April 2024
logo

Îslam me riswa dike

Îslam me riswa dike
Bûyera terorîstî ya dêra "Seyidêt el-Necat" li Bexdayê ku rêxistina el-Qaîde berpirsyariya wê da ser xwe, bûyereke ji bilî rûreşkirina îslamê hîç armanceke wê ya din nîne. Kêmîneya xrîstiyan li Iraqê kêmîneyeke kara nîne di siyaset û aboriya welat de, lê ew kêmîneyeke zaf aştîxwaz û aram e û ew ne berpirsiyar e ji ber hîç bûyereke nerênî di dîroka kevn û nû ya vî welatî de.

Xrîstiyan nikarin bi hîç karvedanekê li beramber van destdirêjiyan bergiriya xwe bikin ta ev bibe handera rakêşana wan bo lîstik û planên ku aliyên derekî yan navekî plan kiribin. Lewma rêxistina el-Qaîde bi vê bûyerê karê terorê bire qonaxeke nûtir ku tê de wek encam ji bo me muslimanan “em bixwazin yan nexwazin” tenê rûreşî û sivikî û şermezariyê tîne.

Beriya çend salan, min girîngî nedida îslamê ku ew çi ye yan îslamî çî dikin û bi çi ve mijûl in. Di hîç bernameyeke jiyana min de îslam wek ayîn têkeldar nebûye, her çend wek kultureke taybet rêzê lê digirim û kêşeya min ligel de nîne, lê maweya çend sal bo min diyar bû ku em rewşenbîr bi şêweyekî din nêzîk bibin, eger em ji ber vê ola xwe ve û kultura gelê xwe ve berpirsyar nebin û bergiriyê jê re nekin, ev rewt û bizavên beredayî û neberpirsyar û ev mirovên tênegihiştî dê me berev karesatên mezintir bibin.

Di van deh salên dawî de, serhildana îslamî bi vê radîkaliya xwe ya niha, li sertaserî dinyayê zêdetir bo durûtiya wan kes û çînên serwer vedigere ku li welatên îslamî û erebî desthilatê bi rê ve dibin û bi serê ayîndaran de dixwînin û fersendan pê didin, hemdem ew bi xwe "mebesta min desthilatdaran" çi îşê wan bi ol û ayînê nîne. Ev serhildana ayînî, her weha bo tirsnok, durûtî û cûteweriya dam û dezgehên ragihandinê û rewşenbîrên civaka îslamê vedigere ku berdewam serê xwe ji ayîndaran re dihejînin bê ku baweriya wan bi bîreweriya ayînî hebe. Rojekê ji rojan jî xwe naxine hember pirsyareke rewiştî ka ev durûtî û lîstika bi rewiştê û xwe vedizîn ji dayîna helwestekê, ligel karê rewşenbîrî "ku merc e karekî rewiştbilind be", çawan kom dibin.

Wek tête zanîn, kultur ji jor ve berev jêr dadikeve, kultur û kelepûra her civakekê rengvedana kultura desthilatdara wî welatî ye. Civak kultureke cuda ji kultura desthilatê bi cî nahîne û eger bi cî bihîne aktîv û kara nabe. Di belavokeke dengûbasan de, dîmeneke Zanîngeha Yemenê min dît, keçên zanîngehê ku temenê wan li dorî bîst salî de ye, tenê çavên wan bi derve de diyar bûn û ser û leşê wan bi reş pêçabû, hemdem di wî welatî de hemû navgînên ragihandinê yên serdemiyane wek TV, stalayt û internet berdestê hemû kesan e.

Ew sîstema van welatan ku ji aliyekî ve dixwaze civakê paşketî bihêle bi mebesta hetahetayî desthilat bi dest wan de be, ji aliyekî dî ve jî xwepêşandana bi derve re bi wêneyeke hevserdemî û vekirina welat bo navgînên teknîkî ên pêşkeftî û serdem ku dîmenên jiyana balkêş belav dikin. Di vê navberê de tenê kulturî kîn û tolhildanê rehên xwe dadikute û geş dibe. Bi gelemperî mirov destê wî negihîje tiştekî ditengije û rika xwe lê tîne, lewma sertaserî civaka îslamê bi saya vê bîrokê bûye şûneke gerandina bîra terorê û rik û tundûtûjiyê, ku di pileya yekem de "wek min berê got" desthilata rewşenbîrî û navgînên ragihandinê jê berpirsiyar in.

Sedam Husên ku rejîmeke sêkulerî bû, bi rê ve dibir bo maweya 35 salan, di salên dawî ji desthilata xwe de helmeteke bawerhênanê dest pê kir wek şêwaza dawî bo kerkirina civaka Iraqê. Ewên piştî wî jî hatin, ku Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê (DYA) bi xeyala xwe ji bo danîna sîstema demokrasî û yeksanî anîbûn, rêxistina el-Qaîde bo navxweya Iraq kêş kir.

Di encama vê de bajar heye li Iraqê, reng e zorbeya bajarên Iraqê ji bilî ên kurdî, li sertaserî bajêr de take jinek nahête dîtin serpêç li ser û serî nebe. Azadiya jinê mînak û nimûneya pêşîvekirina civakê ye lewma wek nimûne min anî. Di hilbijartinê de jî hemû dengên iraqiyan bo partiyên Îslamî yê şiî ser bi Îranê ve û partiyên sunî dostên rêxistina el-Qaîde diçe, gelo di civakeke wiha de çi kultura lêbûrdeyê dê rû bide? Û çi paşeroj çaverêyî me dike ku bi xeyala demokrasî û paşeroja geş bendewar in? Di vê Iraqa birîndar de pêş çend rojan, ji karesata xrîstiyanan de kê nerehet bûbe û stirek pêşkêş kiribe, bi min be tenê li Herêma Kurdistanê hevsoziyek hebû ji wê bêtir xeyala min ji bo qet naçe.

Ev rewş û barûdoxeke giştî ye li vî welatî hemû dinyaya ereb û îslam, û heta di Herêma Kurdistanê de jî serî hejandina desthilatê û durûtiya rewşenbîran û navgînên ragihandinê di asta ayîndaran û partiyên îslamî de nahê veşartin, ku herduyan "wate mele û partiyên îslamî" di reh de heman tişt in, û cîwaz nînin di kultur û hizirkirinê de ku bêguman ew kultur û hizirkirin hîn pêş hezar û pênced sal heye û îro zemîneyeke baş bo çandina bîr û hizira kînewerî û îslama radîkal derkete pêş.

Ta em wek xelkê vê serdemê bin û di jiyana mirovayetiyê de hêmaneke kara bin, divê di serî de em rêzê ji xwe re bigirin berî ku em bixwezin xeynî me rêzê ji me re bigire, û wek destpêkê di jiyana serdem de divê rola ev seriyên vala û boş di birêvebirina civakê de bi dawî bihênin. Tiştê ez dibêjim ne li dijî ol û ayînê ne, bi ya min be baştirîn rêz bo ayîna îslamê ew e ev ayîndar û partiyên îslamî nemînin yan rola wan bi yekcarî bête birrîn. Berevajiyê wê, eger derfet bo wan bê dayên, debe delîv û fersend ta zêdetir me riswa bikin û serê me bixin belayê. Neçarî ye, divê navê îslamê bête parastin, ji ber em "bixwazin yan nexwazin" û heta em çi sîstemeke dûr ji bîra ayînî jî damezrînin û bi her rû û şêweyî jî xwe pêşkêş bikin, em îslam in. AKnews
Top