kuştiyên "Eyniya Toreyî" li Sûriyê bûn 65 kes
Li gor rêxistinên mafê mirovan di encama gulebarana hêzên artêş û ewlehiya Sûriyê, li bajarê Deraayê herî kêm 33 kes hatin kuştin û li bajarê Homsê û derdora wê jî 27 û li Lattakiyê jî 2 kes û li derdora bajarê Dîmeşqê 1 hatin kuştin.
Li Bajarên kurdan Qamişlo, Derbasiye, Amûde û Kobanê bi deh hezaran kes beşdarî di xwepêşandanan de kirin û li gor çavdêra xwepêşandan herî mezin ya roja Eyna Toreyî li bajarê Qamişlo bû ku nêzîkî 30 hezar kes têde beşdar bûn.
Li gor ragehandina fermî a welatê Sûriyê, teroristan 5 leşker li bajarê Deraa kuştin, lê çavkaniyên opozisyonê wê çndê reddkin û dibêjin ji ber ku ew leşker xelkê bajarê Deraa yê nakujin lewra hêzên ewlehiyê rejêmê wan gule baran dikin.