• Wednesday, 22 May 2024
logo

Gul û Barzanî dê bi KCD'ê re hevdîtinê bikin

Gulan Media August 20, 2010 Nûçe
Gul û Barzanî dê bi KCD'ê re hevdîtinê bikin
Serok komarê Tirkiyeyê Abdullah Gul û Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî daxwaza hevdîtinê ya Hevserokên Koma Civaka Demokratîk (KCD) Ahmet Turk û Aysel Tugluk qebûl kir.
Meclîsa Daîmî ya KCD'a ku di 4'emîn Kongreya Asayî de hevserokê DTP'a hatî girtin Ahmet Turk û parlamentera DTP'ê Aysel Tugluk bûn hevserokên wê, dê sibê bicive.
Li gorî agahiyên peyamnêrê AKnewsê ji çavkaniyên nêzîkî KCD'ê wergirtine, di rojeva meclîsa Daîmî ya KCD'ê de dê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd nîqaşên Xweseriya Demokratîk hebin.
Di civîna Meclîsa Daîmî ya KCD'ê ku dê 2 rojan dewam bike de, dê dîroka lidarxistina "Komxebata Xweseriya Demorkatîk" a ji bo şênberkirina "Xweseriya Demokratîk"bê zelalkirin.
Her wiha di civînê de dê biryara PKK'ê ya agirbestê jî bê nîqaşkirin û tê payîn ku di civînê de ji bo çareseriya pirsgirêka kurd nexşeriyek bê amadekirin.

Di civîna Meclîsa Daîmî ya 101 kesî ya KCD'ê de dê komîsyonên cur bi cur bên sazkirin û dîroka komxebatên bername û tuzukê ku berê biryara lidarxistina wan hatibû datîn dê bê zelalkirin.
Li gorî agahiyên AKnewsê bi dest xistine, ji bo ku dewlet beramberî biryara agirbestê ya PKK'ê gavên şênber biavêje, KCD'ê ji Serokomarê Tirkiyeyê Abdullah Gul û Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan daxwaza randevuyê kiriye.


Ji daxwaza randevuyê ya Hevserokên KCD'ê Ahmet Turk û Aysel Tugluk a bi Serokomar Gul re, bersiva erênî hat.
Çavkaniyên nêzîkî KCD'ê diyar dikin ku Serokê herêma Kurdistan Mesûd Barzanî jî li ser daxwazê Ahmet Turk vexwendiye Hewlêrê.
Jêder: AKnews
Top