Hoşyar Zêbarî: Divê sinûrek ji sîyaseta Turkîyê re were danan
Hoşyar Zêbarî di vê bareyê de peyvdanek da rojnameya Corriere Della Sera ya Îtaliyayî û got, ku siyaseta Turkiyê ya ku li rojhilata navîn tê meşandin, metirsîyeke mezin dirust dike.
Hoşyar Zêbarî got: min ji hikûmeta Emrîka re jî daye xuyakirin, ku piştî derketina hêzên Emrîka ji Iraqê, dê Turkiya, Sûriya û Îran xurttir bikevin nava siyaseta Iraqê de û dê her alîyek bixwaze desthilatdarîya xwe di nava Iraqê de bi cih bike.
Hoşyar Zêbarî weha jî got: bila Emrîka ji bîr neke, ku heger ew Afganistanê ji dest bide, ew tenê Afganistanê ji dest dide, belê heger Emrîka Iraqê ji dest bide, ew dê rojhilata navîn jî ji dest bide.
Di vê peyvdana xwe de Hoşyar Zêbarî da zanîn, ku xurtbûna hêza oldarî li Turkiyê arêşeyeka mezin e û dê Turkiya di vê dema nêzîk a pêş de, bêtir destêwerdanê di nava kar û barên Sûriya, Iraq, Xezza û Libnanê de bike.
Hoşyar Zêbarî got, ku divê sinûrek ji siyaseta Turkiyê re were danîn û di bareya siyaseta Emrîka de jî got, ku serokê berê yê Emrîka Corc Bûş biryar dida û bi cih tanî, belê Barak Obama her biryareka ku dabe, nîvçe hîştiye.Jêder: avesta kurd