Serokê HHKurdistanê pêşwazî li balyozê misrê yê li Îraqê kir
Di evê dîdarê de behsa rewşa Iraqê hat kirin û bi taybetî jî, behsa vekirina konsulxaneya Misirê li bajêrê Hewlêrê hat kirin.
Di evê dîdarê de ya ku doh hat sazdan, bi awayekî berfireh behsa rewşa siyasî û aborîya herêma kurdistanê û pêşkevtinên corane hat kirin.
Serokê hukûmeta herêma kurdistanê Berhem Salih di evê dîdarê de got, ku Misirê giringîyek mezin dide herêma kurdistanê û dê konsulxaneya xwe lê vebike.
Balyozê Misirê yê li Iraqê jî pesnê rola hukûmeta herêma kurdistanê da û got, ku ew spasîya hukûmeta herêma kurdistanê dikin, ji ber ku ew hêsankarîyan pêşkêşî wan dike.