• Tuesday, 21 May 2024
logo

Mam Celal pîrozbahî li serok Barzanî kir

Gulan Media August 17, 2010 Nûçe
Mam Celal pîrozbahî li serok Barzanî kir
Birayê min ê hêja, rêzdar serok Barzanî..
Silaveka germ..
Bi helkefta damezrandina partîya hevpeyman Partîya Demokrata Kurdistanê, ez bi navê xwe, polîtburoya YNK û endamên serokatîya wê û endamên wê, germtirîn silav û pîrozbahîyê ji we re û ji polîtburoya PDK û kes û karên şehîdan û pêşmergeyan û cemawerê PDK û gelê me re dişînim.
Ez bi helkefta ji dayikbûna we jî ya ku li gel vê roja tijî xebat û qurbanîdanên berdewamên gelê me jî hevdem e û we tê de rolek giring dî û hûn niha jî dibînin, germtirîn pîrozbahîyê pêşkêşî we dikim. Herweha, rola we ya di vê qonaxê de li ber çav e û bandora wê ya giring li prosesa siyasîya kurdistanê û hemû Iraqê heye. Bi taybetî jî, ew bandor li xurtkirina peywendîyên navbera PDK û YNK û hevpeymanîya stiratîjîka navbera herdu alîyan heye.
Damezrandina Partîya Demokrata Kurdistanê bi serokatîya nemir general Barzanî, di demeka geleka giringa dîrokî de çê bû. Di wê demê de gelê me pêwîstî bi partîyeka pêşeng bû, da ku bergirîyê di ber mafên wî yên neteweyî, niştimanî û demokratîk de bike û nasnameya wî ya neteweyî biparêze. Ji ber vê çendê, gelek xebatkarên bizava rizgarîxwaza kurdistanî û rewşenbîrên ji hemû çîn û tiwêjên civaka kurdistanî, li dora alaya Partîya Demokrata Kurdistanê ya li ba kom bûn.
Dema ku PDK serokatîya şoreşa demokratîka rizgarîxwaza cemawerê kurdistanê di eylûla sala 1961 de dikir, cemawerekî berfireh û ji hemû pêkhatên gelê kurdistanê derbasî nava wê bûn. Giyanê qurbanîdanê, xebatê û dilsozîyê, serokatîya xebata PDK û YNK û hemû hêzên xebatkarên gelê kurdistanê kir, da ku ev destkeft pêk bihên, ev ên ku Îro gelê me li jêr sîbera wan bi azadî û bi awayekî demokratîk dijî.
Îro, ku em şadîmana bîranîna damezrandina Partîya Demokrata Kurdistanê digerînin, ji her demeka din bêtir, xurtbûna peywendîyên navbera PDK û YNK tê pêş. Ew jî bi rêya kûrkirina hevpeymanîya stiratejîka navbera herdu alîyan a ku çarenivîsa gelê me pê ve girêdayî ye, da ku bigehe ewledarîyê. Ew bi xwe jî yekîtîya rêzên gelê kurdistanê û hêzên wî yên siyasî misoger dike, bi taybetî di ev qonaxa niha de ya ku welatê me tê re derbas dibe, ku hîna tê de gef û herreşe li ser azadîyê, demokrasîyê û mafên neteweyî û niştimanîyên gelê kurdistanê û pêkhatên dinên Iraqê hene.
Ez careka din pîrozbayîyê li we dikim û her bijîn.
Birayê we yê dilsoz
Mam Celal
Top