• Monday, 20 May 2024
logo

NY harîkarîya zîyandarên pakistanê dike

Gulan Media August 13, 2010 Nûçe
NY harîkarîya zîyandarên pakistanê dike
Neteweyên Yekgirtî û rêxistinên yarmetîdanê daxwaza 460 milyon dolar an kir bo yarmetîdana bi milyonan zîyandarên lêmiştan li Pakistanê ku boye egerê mirina bi sedan kes.
Con Holmiz serokê beşê yarmetîyên mirovî li Neteweyên Yekgirtî xûyakir ku 6 ta 7 milyon zîyandarên lêmiştan li Paksitanê pêwîsitî bi yarmetîyên bi lezin weko: kerestên xwarin, ava vexwarinê, harîkarîyên tendirustî û cihê vemanê. Neteweyên Yekgirtî berî niha daxwaza 150 milyon dolar an bo yarmetîdana zîyandarên lêmiştan kiribû lê li gel zêdebûna hejmara zîyandaran daxwaza 300 milyon dolarên din jî kir.
Con Holmiz dîyar kir jî ku Wîlayetetên Yekgirtî yên Emrîka peyman da ku 71 milyon dolar an bo yarmetîdana zîyandarên lêmiştan terxan bike, ku tê hejmartin weku mezintirîn harîkarî.
peyvdarê Neteweyên Yekgirtî herweha dîyarkir ku 14 milyon kes li Pakistanê ji ber lêmştan tûşî zîyanê bûne ku 6 milyon ji wan zarok in û nêzî nîva wan jî pêwîstî bi yarmetîyên bilezin ta ku bijîn.
Cihê amaje pêdanê ye ku Wîlayetên Yekgirtî ji alîyê harîkarîkirina zîyandarên lêmştên Pakistanê di rêza yekê de ye û hejmara helîkopterên ku bo hêzên yarmetîdanê terxan kirî, sê carkî zêdetir kir.
Top