Îran ajanseke nûçeyan bi kurdî vedike
Nivîskar û rojnameger Necdetî Rehîmî ji malpera me re got:” Di çarçoveya festîvala çapemeniyên parêzgeha Sinêyê, birêveberê giştî yê ajans û çapemeniyan li wezareta kulturê ya Îranê Qazî Zade di gotarekê de mizginiya damezrandina ajanseke nûçeyan û rojnameyeke rojane bi zimanê kurdî da mêvanên festîvalê. Qasî ku me ji Qazî Zade bihîstiye, baregehên ajans û rojnameya kurdî dê li navenda Sinêyê bin. Navê ajansê Kurd Press e ku taybet bi bi nûçeyên îran û bajarên kurdînişîn yên hemû parçeyên Kurdistanê. Lê heta nuha navek ji rojnameyê re nehatiye dîtin.” Jêder pukmedia