• Tuesday, 30 April 2024
logo

Li Dîlokê keçek ji qata 11an ket û mir

Li Dîlokê keçek ji qata 11an ket û mir
Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê keçeke 14e salî ji 11mîn qata avahiyê ket û jiyana xwe ji dest da.

Li taxa Seyrantepe ya navçeya Alêbana Dîlokê li ser îxbara ku kesek ji avahiyê ketiyê, tîmên hawarçûnê û polîs çûn cihê bûyerê.

Keça 14 salî ya bi navê M.S. rakirin nexweşxaneyeke taybet lê tevî hemû hewldanan jiyana xwe ji dest da.

Tîmên ewlehiyê di derbarê bûyerê de li derdora avahiyê dest bi lêkolînan kirin û îfadeyê şahidan wergirtin.

Cenazeyê keça 14 salî ji bo otopsiyê rakirin morga dadweriya pizişkiyê.

Rudaw
Top