• Tuesday, 21 May 2024
logo

Hûsî: Me du destroyerên Amerîkayê û keştiyeke Îsraîlê kirin hedef

Gulan Media April 30, 2024 Nûçe
Hûsî: Me du destroyerên Amerîkayê û keştiyeke Îsraîlê kirin hedef

Hûsiyan ragihand ku wan li Deryaya Sor êrişî du destroyerên Amerîkayê û li Okyanusa Hindê jî êrişî keştiyeke Îsraîlê kiriye.

Hûsiyan da zanîn ku wan êrişên xwe bi dronan pêk anîne.

Berdevkê Leşkerî yê Hûsiyan Yehya Serî destnîşan kir ku êrişên wan gihiştine armanca xwe.

Li hêla din, Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) jî daxuyand ku Hûsiyan li Deryaya Sor sê mûşekên balîstîk berdane û dron şandine Deryaya Sor.

Hûsiyên li Yêmenê yên ku Îran piştgiriyê dide wan, ji 31ê Çiriya Pêşîna 2023yan ve li Deryaya Sor dest datînin ser hinek keştiyên bazirganiyê û carinan jî bi dron û mûşekan êrişî keştiyan dikin.

Hûsî dibêjin ku van êrişên xwe bi armanca tolhildana Xezeyê dikin.

Piştî van êrişên Hûsiyan gelek şirketan seferên xwe yên li Deryaya Sor rawestandin.

 

Rudaw

Top