• Thursday, 09 May 2024
logo

Di nava mehekê de 18 kes întîhar kirine

Gulan Media February 22, 2021 Civakî
Di nava mehekê de 18 kes întîhar kirine
Li Rojhilatê Kurdistanê întîhar kirine.

Li gor raporteke navenda mafên mirovan ya Hengawê, ji ber sedemên curbicur tenê di mehekê de 18 welatiyên Kurd li bajarên curbicur yên Rojhilatê Kurdistanê, întîhar kirine.

Li gor çavkaniya han temena 4 ji wan kesên ku di meha yek ya sala 2021an de întîhar kirine di bin 18 salî deye.

Hengawê belav kiriye ku 8 ji întîhar kiriyan jin û 10 din jî zilam bûne û sedemên serekî yên întîhar kirinê jî kêşeyên malbetî, kêşeyên darayî û bêkarî bûne.

Weke tê zanîn ji ber dorpêçên Amerîkayê li ser Îranê, rewşa bajar û welatiyên Kurd ku hertim hatine paşguh xistin, gelek dijwar bûye.
Top