• Friday, 27 September 2024
logo

Yek ji birîndarên şeva borî li Silêmaniyê mir

Gulan Media September 20, 2024 Nûçe
Yek ji birîndarên şeva borî li Silêmaniyê mir

Şevêdî li bajarê Silêmaniyê du ciwanên Ereb di bûyereke guleteqandinê de birîndar bûn. Yek ji wan her du ciwanên Ereb îro ji ber giraniya birîna xwe canê xwe ji dest da.

Yek ji wan her du ciwanên Ereb, ên ku şevêdî li navenda bajarê Silêmaniyê bi guleyan hatibûn birîndarkirin, îro În, 20.09.2024 li nexweşxaneyeke taybet a Silêmaniyê ji ber giraniya birîna xwe mir.

Li gor agahiyên K24ê, ew birîndarê serê sibeha îro li nexweşxaneya Enwer Şêxeyê ji ber giraniya birîna xwe mir, gule bi serê wî ketibû. Herwaha her du ciwan Ereb in û ew bûyer li ser cadeya bazineyî ya Melik Mehmûd pêk hatibû, ku wekî Şêstiya Silêmaniyê tê naskirin.

Li agahiyan, ew guleteqandin, ji ber bilindkirina ronahiyên wesayîtan bûye. Heta niha jî çi kesek bi tometa teqekirinê nehatiye girtin û Polîs û Asayîşên parêzgeha Silêmaniyê jî çi ronkirin û ragehandin li ser wê bûyerê parve nekirine.

 

 

Basnews

Top