Rêjeya mirin bi bûyerên tirafîkê zêde bûye
Di nava di nava 9 mehan de 399 kes canê xwe ji dest dane.
Li gor çapemeniya Îranî rêjeya bûyerên tirafîkê li Rojhilatê Kurdistanê li gor salên derbasbûyî gelek zêde bûye.
Çapemeniya Îranî diyar kiriye ku, tenê di nava 9 mehan de 399 kes ji ber bûyerên tirafîkê li Rojhilatê Kurdistanê canê xwe ji dest dane ku, li gor salên derbasbûyî sedî 10 zêdebûn heye.
Herwiha hate zanîn ku, 89 ji wan kesan jinin û 310 kesên din jî zilamin.
Rayedarên Îranî jî sedema zêdebûna bûyeran bo bêewle bûna tirimbîlan, pêbend nebûna ajovanan bi rêkarên hatûçûyê û herwiha xiraniya cadeyane.