Îlham Ehmed: Em dê demeke nêzîk mizgîniyekê bidin gelê xwe
Hevseroka Daîreya Têkîliyên Derve ya Rojavayê Kurdistanê Îlham Ehmedê di panela li Meclisa Londonê de ragihand ku di diyaloga Kurdî-Kurdî de pêşketinên girîng çêbûne.
Îlham Ehmedê amaje bi wê yekê kir ku û di demeke nêzîk de dê mizgîniyeke xêrê bidin gelê Kurd.
Navenda Pêşketina Kurdî li Meclisa Londonê derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê panelek li dar xist.
Îlham Ehmedê di panelê de gotarek pêşkêş kir û gelek siyasetmedarên Kurd ên li Londonê tevlî panelê bûn.
Rewşa aloz a Rojavayê Kurdistanê, pevçûnên di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û komên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê, diyaloga di navbera Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) û Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurd (PYNK) mijarên panelê bûn.
Îlham Ehmedê diyar kir ku piştî rûxandina desthilata Esed li hemû deverên derveyî Rojavayê Kurdistanê şer sekiniye.
Li gorî gotina Îlham Ehmedê rewşa ewlehiyê ya herêmên wan “ji ber gavên Tirkiyeyê mixabin xerab bûye û rêvebiriya Enqereyê destûrê nade ku rewş baş bibe."
Ehmed anî zimên ku ew dixwazin bi Heyeta Tehrîr El Şam (HTŞ) re ku li Şamê wekî desthilateke fermî tê naskirin di nav diyalogê de bimînin û paşerojê di hikûmeta nû ya Sûriyeyê de hemû pêkhate bi awayekî rast bên temsîlkirin.
"Guherîna li Sûriyeyê bi êrişa Hemasê ya 7ê Çiriya Pêşîn a 2023yan dest pê kir"
Ehmed bal kişand ser wê yekê ku êrişa Hemasê ya 7ê Çiriya Pêşîn a 2023yan a li ser Îsraîlê heye bû sedem ku li Rojhilata Navîn û li Sûriyeyê guhertinên bi lez pêk werin.
Îlham Ehmedê ragihand ku rewşa heyî ya Sûriyeyê demkî ye û di demeke nêzîk de ew li bendê ne ku konferanseke diyaloga niştimanî were lidarxistin.
"Tirkiye di nava nakokiyeke mezin de ye"
Ehmed anî bîra ku li Tirkiyeyê pêvajoyeke çareseriyê ya ji bo Pirsa Kurdî dest pê kiriye û got:
"Tirkiye hem di axaftinê de û hem jî li qadê siyaseteke êrişkar a li dijî Kurdan dimeşîne. Ev di nav xwe de nakokiyeke mezin e."
Ehmed diyar kir ku wan li dijî DAIŞê şereke derveyî asayî kiriye û hîn jî li qadê ev têkoşîn berdewam dike.
Hevseroka Daîreya Têkîliyên Derve ya Rojavayê Kurdistanê da zanîn ku wan li bakur û rojhilatê Sûriyeyê karibûn sîstemeke demokratîk ava bikin lê "Tirkiye nahêle ku ev pêş bikeve."
“Ji bo diyaloga Kurdî- Kurdî pêşketinên cidî hene”
Îlham Ehmedê bal kişand ser diyaloga ENKS û PYNKyê û got:
"Kurdên Rojavayê ji bo pêşxistina yekîtiya di navbera xwe de di nav diyalogeke cidî de ne û pêşketinên girîng hatine kirin.
Di heman demê de diyalog bi Kurdên beşên din ên Kurdistanê re jî heye. Em vê diyalogê gelekî girîng û çarenivîssaz dibînin.
Em hêvî dikin ku di demeke nêzîk de hûn jî mizgîniya (encama diyalogê) bibihîzin."
Berpirsê Rojavayê Kurdistanê bal kişand ser wê yekê ku ji bo avakirina bingeha demokratîk di nava hemû pêkhateyan de, ne tenê ji bo Kurdan, Sûriyeyeke federal pêwîst e.
Îlham Ehmed beha paşeroja Sûriyeyê jî kir û wiha berdewam kir:
"Di Sûriyeyeke ne federal de dê aştî çênebe. Berevajî vê yekê, Sûriyeyeke navendî dê bibe sedema hilkirina agirê şerê navxweyî.
Ji ber vê yekê, Sûriyeyeke federal dê ewlehî, aramî û aştiyê bi xwe re bîne."
Rudaw