• Tuesday, 30 April 2024
logo

Li Mûşê du xwîşkên cêwî şewitîn û mirin

Gulan Media August 25, 2020 Civakî
Li Mûşê du xwîşkên cêwî şewitîn û mirin
Li bajarê Mûşê yê Bakurê Kurdistanê agir bi qata terasê ya avahiyekê ket û di encamê de xwîşkên cêwî yên 15 salî mirin, keseke di malê de jî giran birîndar bû.

Li Taxa Sunayê di qata terasê ya avahiya 6 qatî de ji ber sedemeke nediyar, şewat derket.

Li ser agahdarkirina şêniyên taxê, ekîbên vemirandina agir û polîs çûn cihê bûyerê, derî şikênand û midaxeleyî agir kirin.

Di şewata ku kurtedemekê hat kontrolkirin de xwîşkên cêwî Rabia û Medine Şavluk (15) ku dema şewat derket di malê de bûn, canê xwe ji dest dan.

Herwiha Belinay Îmenç a 15 salî jî birîndar bû û birîna wê jî dijwar e.

Belinay Îmenç a ku hatî rizgarkirin, bo Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê hat veguhestin.

Cinazeyên xwîşkên cêwî jî bo beşa morgê şandin.

Rudaw
Top