• Tuesday, 23 July 2024
logo

Rojhilat – Li Dîwandere zilamekî êrişî mala xezûrê xwe kir

Rojhilat – Li Dîwandere zilamekî êrişî mala xezûrê xwe kir
Li parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê zilamekî êrişî mala xezûrê xwe kir, 4 kes kuşt!

Li gorî agahiyên BasNewsê, îro danê sibê li gundê Şerîfawa yê bajarê Dîwandere li parêzgeha Sine, zilamekî bi tifingê êrişî mala xezûrê xwe kir.

Hat gotin ku di wê rûdanê de 4 kes hatine kuştin. Yên hatine kuştin, xezûr, xesî, hevjîn û kurê wî zilamî bûne. 2 kes jî birîndar bûne.

Piştî rûdanê hêzên polîs çûne gund û rewş kontrol kirine lê nekarîn wî zilamê ku êriş kiriye, bigirin.

Tê gotin ku hevjîna zilamê êrişkar çûye mala bavê xwe, dema zilam çûye wê bihîne xezûrê wî nehîştiye. Ji ber wê jî zilam hêrs bûye û çûye tifing aniye û êrişî mala xezûrê xwe kiriye.

Top