• Thursday, 28 November 2024
logo

Waliyê Îstenbûlê serdana Hewlêrê dike

Gulan Media November 28, 2024 Nûçe
Waliyê Îstenbûlê serdana Hewlêrê dike

Duhê Waliyê Hewlêrê li gel Waliyê Îstenbûlê civiya bû.

Duhê 27ê Mijdarê Waliyê Hewlêrê Omîd Xweşnav di çarçoveya serdana xwe de bo Îstenbûlê, li gel Waliyê Îstenbûlê Dawûd Gul civiya.

Di civînê de nîqaş li ser wan kêşe û astengan hatiye kirin ku, li balefirxaneya Sebîhe Gokçe bo welatiyên Kurd ji aliyê asayîşê ve têne derxistin, hatiye kirin û Waliyê Îstenbûlê soz daye daku, di demeke nêz de tevahiya wan kêşeyan çareser bikin.

Ji aliyê xwe ve Omîd Xweşnav daxwaz ji Waliyê Îstenbûlê kiriye daku, serdana Hewlêrê bike û Waliyê Îstenbûlê jî ev yek qebûl kiriye û serdana Hewlêrê dike.
 

Top