Ji tirsa êrîşên Îsraîlê bo ser Iraqê, Sûdanî berê xwe da Ewrupayê
Ajansa Şefeq News bi zimanê çavkaniyekî hikûmetê ragehand, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ji bo bidestanîna hevdengî û astengî çêkirina li pêş êrîşên Îsraîlê yên li hember Iraqê naha li Îspanyayê ye.
Heman çavkanî behs dike ku serdana xwe de Serokwezîrê Iraqê dixwaze nêrîna Yekitiya Ewrupayê di aliyê hevdengî û hevkariya Iraqê de rakêşe, ku rol bilîzin di rêgiriya êrîşên Îsraîlê yên li ser Iraqê de.
Serdan û hewldanên Sûdanî di çarçoveya wan hewldanên Iraqê yên li gel civaka navnetewî de ye, ku pêşî li êrîşên Îsraîlê bigrin û nehêlin dest bi lêdana Iraqê bike.
Herwaha Sûdanî ferman daye rêveberên berevaniya esmanî ya welat, hemû tevdîrên pêwîst ji bo parastina esmanê Iraqê wergirin, hemû amadekariyekî jî bo parastina axa Iraqê û serweriya wê bikin.
Ev tevgerên dîplomatîk û siyasî yên Iraqê piştî wê yekê tê ku Wezîrê Derve yê Îsraîlê nameyekî gefxwarinê ji bo Iraqê şand û daxwaz kir: ‘’Hikûmeta Iraqê milîsên êrîşkar ên Iraqî û êrîşî Îsraîlê dikin rawestîne, eger na dê êrîş bike ser wan.’’
Basnews