Li Kerkûkê 7 Cotkarên Kurd hatine girtin
Artêşa Îraqê jî daxuyanî daye.
Duhê li gundê Heft Xar ya ser bi Kerkûkê ve, hêzên artêşa Îraqê 7 Cotkarên Kurd yên ku, li ser erdên xwe mişxûlî kar kirinê bûne girtine.
Di vê derbarê de artêşa Îraqê jî gotiye ku, sedema girtina wan jiber vê yekêye ku, jiber zêde bûna liv û tevgerên terorîstên DIŞIê qedexeye ku, bişev kes li wan erdan bimîne lê ev Cotkarên Kurd ev yek pêk ne anîne lewre hatine girtin û piştî lêkolînên pêwîst vê werin azadkirin.