Libnanî piştî ragihandina agirbestê dîsa vedigerin malên xwe
Peymana agirbestê ya di navbera Îsraîl û Libnanê îro bi dema herêmî saet 04:00an ket warê bicihkirinê.
Şerê Xezeyê yê Îsraîl û Hemasê piştî êrişên Hizbulahê yên li nava axa Îsraîlê derbasî Libnanê jî bû.
Îsraîl ji 20ê Îlona 2024an ve bi tundî êrişî başûr û rojhilatê Libnanê dike û Hizbulaha Libnanê jî bi mûşek û dronan êrişî axa Îsraîlê dike.
Li gorî NYyê 560 hezar Libnanî ji ber êrişên Îsraîlê derbasî nava axa Sûriyeyê bûne û şerê Îsraîl û Hizbulahê bandorê li milyonek û 450 hezar kesî kiriye.
NYyê her wiha eşkere kir ku 400 hezar koçberên Sûriyeyî yên ji ber şerê navxwe çûbûn Libnanê dîsa vegeriyane welatê xwe.
Libnaniyên ji ber êrişan koçber bûne piştî ragihandina agirtbestê dîsa vedigerin malên xwe.
Rudaw