• Wednesday, 27 November 2024
logo

Mîsal Alûsî: Serok Barzanî dikare hemî hêzên siyasî li hev bicivîne

Gulan Media November 27, 2024 Nûçe
Mîsal Alûsî: Serok Barzanî dikare hemî hêzên siyasî li hev bicivîne

Damezrînerê Partiya Umeyê ya Îraqî amajeyê dide, “Serok Barzanî dikare arêşeyan çare bike û hemî hêzên siyasî li hev bicivîne.” Herwesa dibêje, “Milîşya rêgir in ku Îraq pêş bikeve û dewlet li bin gefên milîşyayên Bereyê Miqawemeyê nayê avakirin.”

Damezrînerê Partiya Umeyê ya Îraqî Mîsal Alûsî duhî (Sêşem, 26.11.2024) di hevpeyvîneke taybet a K24ê de got, “Milîşya li Îraqê ji bo hêzên siyasî vedigerin û hêzên siyasî jî ev hikûmet pêk aniye. Divê ew xwe yekalî bikin ka ew hikûmet in an milîşya.”

Mîsal Alûsî bal kêşa ser wê yekê jî ku berdewam li pey bersiva pirsyarekê digere ka gelo Îraqê hêza çekdar heye an na. Eger heye, çi pêdivîtiya wê bi milîşyayan heye? Gelo dibe hikûmet bibêje ku ji bo xweparastinê pêdivîtiya wê bi milîşyayan heye? Ku nexêr pêdivîtiya wê pê nîne, belkî milîşa rêgir in ku Îraq pêş bikeve û dewlet li bin gefên milîşyayên Bereyê Miqawemeyê nayê avakirin, lewma jî Îraq bûye ew dewlet a ku şkestiye.”

Navbirî di derheqa peyama Serok Barzanî de, ya ku li korbenda MEPS2024ê pêşkêş kir, tekez kir ku pêşniyara Serok Barzanî “ji bo danûstandinên aştiyê û parastina aştiya civakî û berdewambûna piroseya siyasî li Îraqê” ketwarî û felsefî bû.”

Damezrînerê Partiya Umeyê ya Îraqî di pareke din a gotinên xwe de got, “Serok Barzanî dikare arêşeyan çare bike û hemî hêzên siyasî li hev bicivîne ji ber ku peyama wî ji bo hemî hêzên siyasî yên Îraqê bû.”

 

K24

Top