• Thursday, 28 November 2024
logo

Soran Ezîz: PDK serkeftiyê helbijartinê ye, lê YNK serdana aliyan dike

Gulan Media November 28, 2024 Nûçe
Soran Ezîz: PDK serkeftiyê helbijartinê ye, lê YNK serdana aliyan dike

 Hejmarek çalakvan radigehînin ku YNK gef li wan partiyan dike ku dixwazin li gel PDKê hikûmetê pêkbînin û heman demê de serdana şandeya YNKê bo gel partiyan wek ‘’Sosreta piştî helbijartinê’’ pênase dikin.

Piştî pejirandina encamên helbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, PDK ku xwediyê 39 kursiyên Parlamentoya Kurdistanê ye û di helbijartinan de bû partiya yekem û 16 kursiyan ji partiya duyem zêdetire, dest bi serdana aliyan kir. Lê di heman demê de YNK jî bangeşeya wê yekê dike ku derbarê pêkanîna hikûmetê de serdana aliyan dike.

Vê derbarê de rojnamevan Soran Ezîz di tora xwe ya civakî facebookê de nivîsek belav kir û diyar kir: ‘’PDK serkeftiyê helbijartinê ye, lê YNK diçe bo gel aliyan û civînan li gel wan dike! Herwaha ev yek wek Sosreta piştî helbijartinê pênase kir.

Herwaha ji aliyê din ve parêzer û çalakvanê siyasî Bextewer Sepan ji BasNewsê re ragehand, PDK nêzîke ji bo pêkanîna hikûmetê û li gel hin aliyên din ên Kurdistanî fikir dikin û dûrin ji hizrên cehştiyê û ser bi wê mekanîzmayê nîn in li dijî pêkhateya Kurdistanê ne, li gel wan PDK pir dûr nîne bo pêkanîna hikûmetê û tenê 4-5 kursiyên din bese ku bê YNKê hikûmetê pêkbîne. Li hember wê YNK ne ku pir dûre ku bikare hikûmetê pêkbîne, em dikarin bibêjin di xewnên xwe de jî nikarin hikûmetê pêkbînin û herçend Bafil Talebanî jî wekî zarokan fikir dike, lê wê rastiyê jî dizane ku ew kevirê ku dest avêtiyê nikare rabike.

Herwaha got: ‘’YNK dixwaze PDK ti deriyekî wê nemîne û bi naçarî berê xwe bide wan, ji ber wê jî gefan li wan partiyan dixwe ku bixwazin li gel PDKê hikûmetê pêkbînin. Ev yek di dema bangeşeya helbijartinan de me dît, dema Bafil Talebanî got, dûvikên PDKê em li Silêmaniyê derbixin. Herkes jî dizane, her aliyekî li gel PDKê hevpeymaniyê bike, YNK navê wî datîne dûvikê PDKê.’’

Wî çalakvanî got: ‘’PDK vê carê peyam û mercên ji bo pêkanîna hikûmetê aşkera dibêje û topê davêje nav qada YNKê, eger YNK daxwazên ‘Yek Herêm, Yek Parlamento, Yek Hikûmet û Yek hêza Pêşmerge raziye, wê demê PDK dê pêşwaziyê li wan bike û li gor mafê kursiyên helbijartinê dê kursî bide wan, eger razî nîne, wê demê jî bi piştrastî PDK wek berê qebûl nake.’’

 

Basnews

Top