• Tuesday, 02 July 2024
logo

Li başûrê Hesekê 2 jinên berpirs ên Rêveberiya Xweser hatin kuştin

Gulan Media January 24, 2021 Nûçe
Li başûrê Hesekê 2 jinên berpirs ên Rêveberiya Xweser hatin kuştin
Li başûrê Hesekê 2 jinên bepirs ên Rêveberiya Xweser hatin kuştin. Guman heye ku ew ji aliyê DAIŞê ve hatibin kuştin. Berpirsê Kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî li ser zêdebûna metirsiya DAIŞê li deverê, hişyariyê dide.

Li gor daxuyaniya Encûmena bajarê Heseke, Seide Feysel el-Hirmas, Hevseroka Encûmena Til Şayer û Hind Letîf el-Xidir, Seroka Komîteya Abûrî li heman bajarokî êvara înê hatin revandin.

Her li gor daxuyaniya hatiye belavkirin Hinf Letîf el-Xidir û Seide Feysel el-Hirmas kuştî hatin dîtin.

Di daxuyaniyê de amaje bi wê hatiye kirin, armanca van bûyeran têkdana aramiya bajêr û belavkirina tirsê ye di nava xelkê de.

Li aliyê din Riwangeha Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku gef li herdû jinan hatibûn xwarin ji aliyê DAIŞê ve û termê wan jî li bajarokê Deşîşe li başûrê Heseke hatine dîtin.

Navenda zanyariyan a Rojava jî belav kiriye ku guman heye DAIŞê ev kar encam dabe.

Berpirsê Kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şêxmûs Ehmed bi rêya telefonê beşdarî bultena nûçeyan a Rûdaw TVyê bû û hûrgiliyên zêdetir li ser bûyerê ragihandin.

Şêxmûs Ehmed amaje bi wê kir, ji destpêka 2021an liv û tevgera DAIŞê “li herêma me û li herêmên jêr kontrola Şamê” zêde bûne û DAIŞ “xwe xurt dike û çalakiyan pêk tîne. Ji destpêka sale heta niha 13 kuştin çê bûn.”

Li çawaniya bûyera kuştina herdu jinên berpirs di Rêveberiya Xweser de jî Ehmed dibêje, “Berê jî gef li wan xwaribûn, grûpekê êrişî wan kiriye û ew birine û piştî saetekê jî ew kuştine û termên wan avêtine. DAIŞ bi vî rengî dike. Li Kampa Holê bi kêr an tiştekî tûj dikujin, termê wan bi aliyekî û serê wan bi aliyekî de divêjin. Lê li bejahiyê gulle bêtir bikar tînin.”

Li ser rewşa wê devera ku jin lê hatine kuştin, Ehmed dibêje, “Heta niha jî tirsa DAIŞê di nav wan de heye. Eger şaneyek be û bi navê DAIŞê tevbigere, bersiva milet zehmet e. Divê hêzên me yên asayişê bi xurtî operasyonan bikin û wan şaneyên veşartî bigirin an bikujin. Ji ber ku metirsî heye ew şaneyên veşartî zêde bibin.”

Berpirsê Kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser sedema zêdebûna liv û tevgera DAIŞê jî tekez dike, “Bejahî ye, gelek derfet hene ku DAIŞ xwe birêxistin bike, ji ber ku li wê deverê şikeft û cihên veşartî hene. Hêzên me nikarin derbasî her deverê bibin. Divê rejîma Sûriyê û milîsên Îranê di wî warî de piştgiriyê bide. Şaneyên veşartî yên DAIŞê xwe aşkere dikin. Diyar e di navbera çeteyên girêdayî Tirkiyê ku navê Artêşa Niştimanî li xwe kirine û DAIŞê de hevkariyek heye ku di nav herêmên me de çalakiyan dikin. Ew alîkariya wan dikin. Dixwazin ewlehiya li vir xerab bikin.”

Li ser rewşa Kampa Holê û çalakiyên DAIŞê li wê kampê jî Şêxmûs Ehmed dibêje, “Me hişyarî daye civaka navdewletî, Hevpeymanan ku ew şaneyên li Kampa Holê hêdî hêdî dikevin nav tevgerê. Ji bo dabînkirina çekan û kêran jî gelek rê û rêbaz hene. Mixabin bi rêya wan kesên di saziyên mirovî de kar dikirin re jî derbas dibin. Kontrola asayişa heye, lê rê û rêbaz zêde ne ku ew çek derbas bibin.”

Herwiha Berpirsê Kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şêxmûs Ehmed careke din bang li civaka navdewletî kir ku piştgiriya wan bê kirin û “Iraqî vegerin cihê xwe, Sûriyên li derveyî deverên Rêveberiya Xweser bo herêmên wan bên vegerandin. Wê demê em dikarin wê hejmara li kampê dimîne kontrol bikin.”

Şeva derbasbûyî jî hinek kesên nenas, teqe li otomobîla organîzatorê programên xizmetguzariyan li Encûmena Sivîl ya bajarê Dêre Zorê li bajarokê Ebû Xeşeb kirin û di encamê de Xeşeb jiyana xwe ji dest da.

Rudaw
Top