• Tuesday, 02 July 2024
logo

Desteya Serok Eşîrên Ereban: PKK rêgire li pêş bicîhanîna rêkeftina Şingalê

Gulan Media January 24, 2021 Nûçe
Desteya Serok Eşîrên Ereban: PKK rêgire li pêş bicîhanîna rêkeftina Şingalê
Berdevkê Desteya Serok Eşîrên Ereb li navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya herêma Kurdistanê behsa binpê kirinên çekdarên PKKê yên li bajarê Şingalê û derdora wê kir û dibêje PKK rêgire li pêş bicîhanîna rêkeftina Hewlêr û Bexdayê ya asayî kirina rewşa Şingalê.

Îro 24.01.2021ê Berdevkê Desteya Serok Eşîrên Ereb li navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya herêma Kurdistanê Muzahim Hiwet ji BasNewsê re ragehand: ‘’Binpê kirinên PKKê li Şingalê berdewame û ew binpê kirinên cuda cuda dikin û bacê ji xelkê werdigrin. Herwaha karên têkdanê dikin li navçeyê dijî kurd û ereban jî. Herwaha ew zarokan direvînin û wan dikin çekdar û xwedî girtîgehên nepenî ne û mana wan li navçeyê karesate. Kurd û ereb daxwaza derketina PKKê li navçeyê dikin, ji ber ew nûnertiya kurd û ereban nakin.’’

Herwaha got: ‘’Kiryarê herî nû yê PKKê li sînorê Şingalê ew bû ji aliyekî ve xelkê bû guneh dikujin û dikin stûyê ereban, herwaha xelkê bû guneh ên ereb jî dikujin dixin stûyê kurdan. Ev yek jî bo ku tevliheviyê û fitnê navbera wan de çêbikin dikin.’’

Berdevkê Desteya Serok Eşîrên Ereb li navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya herêma Kurdistanê got: ‘’Em heta destpêka meha Sibatê li bendê ne eger rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê ya ji bo asayî kirina rewşa Şingalê neyê bicîh anîn, wê demê emê civînekê çêkin û di wê civînê de daxwaz bikin demekî herî kurt de eger bi zora hêz jî be pêwîste PKK û hêzên çekdar ên milîsan ji Şingalê bên derxistin ku yek ji xalên rêkeftinê jî ew e.’’

Basnews
Basnews
Top