• Tuesday, 02 July 2024
logo

Êrîşî ser keştiyeke Tirkiyeyê hate kirin

Gulan Media January 24, 2021 Nûçe
Êrîşî ser keştiyeke Tirkiyeyê hate kirin
Êrîş li Gîne pêk hatiye.
Duhê bi şev çend kesên nenas ku tê payîn çeteyên deryayî bin, li bendera Gîne ya li Efrîqayê, êrîşî ser keştiyeke Tirkiyeyê kirin.
Li gor zaniyariyên ku ji aliyê çapemeniya Tirkiyeyê ve hatine belavkirin, di encama êrîşê de karmendekî keştiyê hatiye kuştin û 15 karmendên din yên keştiyê jî hatine girtin.
Karmendê kuştî xelkê Azerbaycanê ye û 15 karmendên girtî jî welatiyên Tirkiyeyê ne.

Top