• Tuesday, 02 July 2024
logo

Arif Ruşdî: Kesên firsendçî li Bexdayê dixwazin statûya Herêma Kurdistanê lawaz bikin

Gulan Media January 23, 2021 Nûçe
Arif Ruşdî: Kesên firsendçî li Bexdayê dixwazin statûya Herêma Kurdistanê lawaz bikin
Şîretkarekî polîtburoya PDKê dibêje, komek kurdên firsendçî dixwazin yekrêziya kurdan xirab bikin û statûya Herêma Kurdistanê jî lawaz bikin.

Çend roj berê komek parlementerên neyarên Herêma Kurdistanê li parlementoya Iraqê, firaksyonek bi navê “Hevpeymaniya Hîwa” pêk anîn.

Li ser vê mijarê, şîretkarê polîtburoya PDKê Arif Ruşdî ji BasNewsê re got, piştî ku şanda polîtburoya PDKê ji Bexdayê vegeriya, me zanî ku şanda partiya me ji Iraqiyan re gotine ku Iraqa nû ji aliyê tevahiya gelên Iraqê ve hatiye avakirin. Ji bona ku Iraq wek welatekî federal bimîne divê her tişt li gorî Destûrê bimeşe û divê şirîkatiyek rast û lihevhatinek baş hebe.

Arif Ruşdî li ser hewlên wan parlementerên kurd yên neyarên Kurdistanê bo lawazkirina statûya Herêma Kurdistanê jî got, divê ew vê yekê baş bizanin ku Herêma Kurdistanê berhema xebata sed salan ya gelê Kurdistanê ye, berhema kîmyabarana Helebcê û Sêwsênan û Balîsanê ye, berhema Enfalê û komkujiya Barzaniyan û derbideriyê ye. Ev tenê berhema partiyekê yan jî aliyekî nîne, berhema xelkê Kurdistanê ye. Ji ber wê jî her kesê ku bixwaze vê statûyê lawaz bike divê li hember vê dîrokê û çemê xwînê şer bike.

Wî şîretkarê PDKê anî ziman jî, zêdebarî hebûna gelek astengiyan hikûmeta Kurdistanê kariye xizmetek baş bike. Ji xwe aramiya Kurdistanê ew qas baş ku bi ya Iraqê re qet nayê qîyaskirin.

Bi gotina Arif Ruşdî, hinek kesên firsendçî dixwazin yekrêziya kurd xira bikin û rewşê aloz bikin, çimkî çavê wan bi pêşketina Kurdistanê bar nagire.

Basnews
Top