• Tuesday, 02 July 2024
logo

Nêçîrvan Barzanî ferman da lêkolîn bê kirin ka ti kes li ser hizra xwe hatiye girtin

Gulan Media January 23, 2021 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî ferman da lêkolîn bê kirin ka ti kes li ser hizra xwe hatiye girtin
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî daxwaz kir “lêkolîneke bilez bê kirin ka ti kesek li ser hizra xwe ya ciyawaz, nivîs an jî rojnamevaniyê desteserkirî ye” û amaje bi wê jî kir, “Nabe em wê li ber çav negirin ku kesek bi qestî hana tundûtûjî û têkdana aştiya civakî bide.”

Navenda Metro ya ji bo parastina mafên rojnamevanan daxuyaniyek derbarê civîna rêkxerê wê navendê Rehman Xerîb û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî belav kir.

Di daxuyaniyê de amaje bi wê hatiye kirin, “Serokê Herêma Kurdistanê pêwîst dît saziyên Herêma Kurdistanê rêz li binemayên mafên mirov û serweriya yasa bigirin. Raportên navxwe û navdewletî yên taybet bi rewşa mafên mirov bi girîngî werbigirin, yasayên taybet bi rojnamegerî, zanyarî û xwepêşandanan rênîşandar bin û wek xwe bên cîbicîkirin.”

Herwiha rêxistina navenda Metro, raportek derbarê rewşa azadiya rojnamevaniyê li Herêma Kurdistanê bo sala 2020, radestê Serokê Herêma Kurdistan kir.

Di daxuyaniya wê navendê de hatiye, rêxistina navenda Metro, kurteyeke raportê aşkere kir ku tê de, “bi zelalî hatiye dîtin, Herêma Kurdistanê di warê azadî, raderbirîn û rojnamegeriyê de di rewşeke xirab de ye.”

Rehman Xerîb ji Serokê Herêma Kurdistanê re ragihand, li gor raporta wan, “Azadî tên binpêkirin, hemwelatiyan li ser fikrên xwe dixin zindanê. Rojnamevan ne li ser karê rojnamegerî, lê li ser posteke li torên civakî li binkeyên polîs û asayişê lêkolîn li gel wan tê kirin, tên desteserkirin û tên îşkencekirin. Dezgehên medyayê tên girtin û asteng li ber belavkirina zanyariyan tên danîn.”

Serokê Herêma Kurdistanê jî amaje bi wê kir, agahiya wî ji raportên hinek rêxistinên din jî heye û “pêwîst e rêz li çavdêrîkirina rêxistinan bê girtin. Li şûna serzenîşa wan zemîn bê xweşkirin bo karê çalakiyên wan.”

Nêçîrvan Barzanî tekez jî kir, “hemû raportên ku bi profesyonel û rastgoyî hatibin nivîsin, xizmetkirin e bi Herêma Kurdistanê û ezmûna wê, ev raya min e.”

Derbarê yasayên taybet bi rojnamegerî, pêdana zanyarî û rêkxistina xwepêşandanan, Nêçîrvan Barzanî amaje bi wê kir, ew yasa bi dengdana nûnerên gelê Kurdistanê derketine û lewma, “Pêwîst e ew yasa wek xwe bên cîbicîkirin û di dema reftarkirinê de li gel rojnamevan û xwepêşander an kesekî ku zanyariyên xelet belav kiribe, nabe yasayên din cihê wan bigirin.”

Serokê Herêma Kurdistanê got jî, “Ez piştevanê rojnamevanan im di rêkxistina medya elektîronî û şêweyek ku ew bi xwe beşdar bin di nivîsînê û paşekêşî ji yasayên rojnamevanî yan berevajî birgeyên wan yasayan nebe.”

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, Serokê Herêma Kurdistanê daxwaz ji aliyên peywendîdar kir “lêkolîneke bilez bê kirin ka ti kes li xwe hizra xwe ya ciyawaz, nivîs an jî rojnamevaniyê desteserkirî ye.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî amaje bi wê jî kir, “Ez ne li gel wê me li ser hizra wan lêkolîn li gel hemwelatiyan bê kirin û bên îşkencekirin. Lê nabe em wê li ber çav negirin ku kesek bi qestî hana tundûtûjî û têkdana aştiya civakê bide, yan gotarên kîn û nefretê li beramber pêkhateyên Herêma Kurdistanê belav bike, ew rastî lêpirsîna yasayî dibe.”

Derbarê rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê jî, Nêçîrvan Barzanî behsa wê kir, parastina ezmûna hikûmranî li Herêma Kurdistanê û qewareya wê ya siyasî, pêwîstî bi hevhelwestiyê heye, “bila ciyawaz bin ka çawa diparêzin, lê divê senger li hember hev negirin. Ciyawazî sirûştiya jiyanê ye, bila em kar bikin ku ciyawaziyan bo berjewendiyên Kurdistan û hemwelatiyan karîgerî hebe.”

Rudaw
Top