Parlementereka kurd: Hinek parlementerên ereb tenê li ber çavên kamerayan dijîtiya Kurdistanê dikin!
![Parlementereka kurd: Hinek parlementerên ereb tenê li ber çavên kamerayan dijîtiya Kurdistanê dikin!](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/ada72d3a0ef60600cbe107846a3cdbd6_L.jpg )
Parlementera kurd û endama firaksyona YNKê li parlementoya Iraqê, Arezû Mehmûd ji BasNewsê re got, ew parlementerên ereb yên ku dijîtiya Herêma Kurdistanê dikin, bo hilbijartinan wê yekê dikin da ku dîsa bibin endamên parlementoyê.
Wê parlementera kurd her wiha got, dema kamera li ser wan e yan jî pexşa zindî heye, êrişî Herêma Kurdistanê dikin û dikin qîre qîr. Lê piştî ku civîn yan jî pexşa zindî nema, tên ba me û dibin hevalên me!
Basnews