Hejmara pêketiyên vîrusa koronayê li seranserê cîhanê 98 milyonan derbas kir
![Hejmara pêketiyên vîrusa koronayê li seranserê cîhanê 98 milyonan derbas kir](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/7197022a65913ef91282b432ba191bbb_L.jpg )
Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî hejmara pêketîyan bi qasî 25 mîlyon e. Li dû Amerîka bi 10,6 mîlyon pêketîyan Hîndistan, û li dû wê jî bi 8,7 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.
Jiber vîrusa korona li seranserê cîhanê pirtir ji 2 mîlyon kesan canên xwe ji dest dane. Amerîka bi 413 hezar û 583 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 215 hezar û 243 mirinan Brezîlya heye.
Ew vîrus di dawîya sala 2019’an re li Wuhan ya Hubei ya Çînê hatibû dîtin û dûre derbazî dewletên din bûbû. Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê 98,786 kes bi vîrusa korona ketine û 4,803 kes bi wê mirine.
Basnews