• Tuesday, 02 July 2024
logo

DAIŞê berpirsyartiya teqînên Bexdayê girt ser xwe

Gulan Media January 22, 2021 Nûçe
DAIŞê berpirsyartiya teqînên Bexdayê girt ser xwe
Rêxistina terorîst a DAIŞê bi beyanameyekî ve berpirsyartiya teqînên Bexdayê girt ser xwe, ku 32 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û zêdetir ji 100 kesan jî birîndar bibûn.

Di daxuyaniya DAIŞê de hat ragehandin ku çekdarê wan ê bi navê Ebu Yusif Ensarî bi kemera bombebarkirî ve xwe di qada Teyerran de teqandiye û duyem teqîn jî kesê din ê bi navê Mihemed Arif El Muhacirî pêkaniye, ku li heman cîh pêkhatiye.

Teqîn di asta navxwe û navnetewî de gelek bertek li dû xwa anî.

Li herêma Kurdistanê jî di asta bilind de teqîn hatin şermezar kirin.

Basnews
Top