• Tuesday, 02 July 2024
logo

Çîroka welatiyê Kurd ku di teqînên li Bexdayê de jiyana xwe ji dest da

Gulan Media January 22, 2021 Nûçe
Çîroka welatiyê Kurd ku di teqînên li Bexdayê de jiyana xwe ji dest da
Hemwelatiyekî Kurd ê xelkê Duhokê jî di teqînên Bexdayê de jiyana xwe ji dest da. Wî hejmareke berhemên demsalî biribûn ku li Bexdayê bifiroşe û debara jiyana xwe dabîn bike. Malbata wî jî daxwaz dike ku Hikûmeta Kurdistanê asankariyê bike ku termê Mihemed bo Duhokê bê vegerandin.

Xazî Hazim Mihemed ê temen 47 salî, xwediyê 5 zarokan bû û xelkê komelgeha Rizgarî ye li Duhok.

Mihemed 20 sal bûn karê bazirganiyê dikir, berhemên werzî yên Herêma Kurdistanê dibirin Bexdayê û bajarên din ên Iraqê.

Xazî Hazim Mihemed ku birayê mezin yê 7 xwîşk û 2 bira bû, duh di teqînên Bexdayê de jiyana xwe ji dest da.

Xwîşka Mihemed, Gelavêj Hazim dibêje, “Birayê min feqîr bû, ti pirsgirêka wî nebû, ji bo kar diçû Bexdayê û dihat, lê rizqê wî ket ber teqînê.”

Berî du rojan, Xazî Hazim Mihemed, li gel du kur, xal û kurxalekî xwe barekî gwîz, hingiv û mêwîj biribûn Bxdayê.

Di dema teqînê de li Meydana Teyeran ku serdana kiryaran dikir, li ber yek ji wan teqînan ket û jiyana xwe ji dest da.

Eyad Îslam, kurxalê Xazî Hazim Mihemed, dibêje, “Gotin here birine cumleya Esebye, rê nebû, ez jî bi peyatî çûm, min lê nêrî. Gotin Xazî Remezan li odê ye, min dît ku ser û lingên wî perçeyên teqînê lê ketibûn.”

Hevjîn û beşek ji endamên malbata Xazî Hazim Mihemed çûne Bexdayê bo vegerandina termê wî û daxwaz dikin Hikûmeta Herêma Kurdistanê asankariyê bo wan bike di dema veguhastina termê Mihemed de.

Rudaw
Top