• Tuesday, 02 July 2024
logo

Bendava Meydankê li Efrînê derizî ye û av jê diçe

Gulan Media January 22, 2021 Nûçe
Bendava Meydankê li Efrînê derizî ye û av jê diçe
Li gor videoyekê ku Tora Medyayî ya Rûdawê bi dest xistiye, dîwarên bendava Meydanekê li Efrînê derizî ne û av ji wan diçe.

Endezyar Selah Mihemed, ku xelkê Efrînê ye û ji destpêka karkirina bendavê û heta demeke nêzîk lê kar dikir, ji Rûdawê re behsa mekanîzma çavdêriya Bendavê û metirsiya xemsariya derbarê wê de kir.

Endazyar Selah Mihemed dibêje, “ji vîdeoyê xuya dibe ku derizîna li bendavê di zû de çê bûye”, û tekez dike, kesî karê xwe pêk neaniye û çavdêriya bedena bendavê nehatiye kirin.

Selah Mihemed got: “Rewş pir xirab e, eger çavdêrî nekin dê xirabtir bibe, divê roj bi roj vî karî bikin.”

Sala 1997an hikûmeta Sûriyê dest bi avakirina Bendava Meydankê kir ku navê wê yê fermî li Sûriyê, Bendava 17ê Nîsanê ye û roja 24ê nîsana 2004ê bi fermî hat vekirin.

Li gor hikûmeta Sûriyê, 58 milyar û 200 milyon Lîreyên Sûrî di dirustkirina wê bendavê çûbûn.

Bendav ava vexwarinê ji bo 200.000 kesan dabîn dike, herwiha bi ava bendavê 30.000 hektar zevî tên avdan. Bendav herwiha 20 Megawat elektirîk jî berhem tîne.

Sala 2004ê, hikûmeta Sûriyê biryar da ku deryaçeya bendavê wekî navçeyeke parastî bê hejmartin.

Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ji 18ê Adara 2018an ve û piştî şereke 58 rojî, di kontrola Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê de ye.

Rudaw
Top