Mesrûr Barzanî: Desteya weberhênanê destûra zêdetir ji 100 projeyên mezin daye
![Mesrûr Barzanî: Desteya weberhênanê destûra zêdetir ji 100 projeyên mezin daye](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/913df8144649b43248b8510a74c41fb1_L.jpg )
Serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çend twîtan de li hesaba xwe ya taybet li Twîtterê ragehand, di dema karkirina vê Kabîneyê de, desteya weberhênanê destûra karkirinê bi gujmê 2.56 milyar dolar derxistiye.
Ev pêngav jî, tenê destpêka bernameya me ya dewlemend e, ji bo geşepêdan di kerta taybet de. Fireh jêderiya aborî, bi wê wateyê tê ku hemu kart û warek, derfeta pêşxistinê pê were dayîn.
Li dirêjiya karên vê Kabîneyê de, Desteya Weberhênanê, çendîn proje pejirandiye ku dike 12 milyar dolar. Ev proje di gelek waran de digre nav xwe wekî warên pîşesazî, nîştecîbûn, perwerde, geştûguzar, werziş, bazirganî, tendirustî û çandinî.