• Tuesday, 02 July 2024
logo

Heso Mîrxan: Heta PDK hebe îradeya gelê Kurd teslîmî ti kesek nayê kirin

Gulan Media January 21, 2021 Nûçe
Heso Mîrxan: Heta PDK hebe îradeya gelê Kurd teslîmî ti kesek nayê kirin
dibêje emê Kurdistanê radestî ti aliyekî nekin.
Dibêje radest kirina petrolê û radest kirina Kurdistanê du tiştên cudane.

Endamê Serkirdatiya partiya demokrata Kurdistanê Heso Mîrxan derbarê radest kirina petrola Kurdistanê bi Bexdayê, peyamek li ser hesabê xwe yê twitterê belav kiriye.

Heso Mîrxan di peyama xwe de nivîsandiye; di çarçoveya rêkeftina navbera Bexda û Hewlêrê de li ser radest kirina beşeke ji petrolê bi Bexdayê giftûgo hatiye kirin, lê radest kirina petrolê ne bi wateya radest kirina Kurdistanê ye, ew du tiştên cudane.

Mîrxan tekez li ser vê yekê jî kiriye ku heta partiya demokrata Kurdistanê mabe, îradeya gelê Kurdistanê radestî ti aliyekî nayêkirin.

Nav hatî diyar kiriye ku mixanin di vê demê de ku Hewlêr û Bexda hêdî hêdî li ser dosyeya petrolê li hev dikin, hin parlementerên Kurd yên li Îraqê û hin jî li herêma Kurdistanê dest bi hewldanên cuda kirine û dixwazin bêjin ku eger parlementoya Îraqê pêşî ji rêkeftina han bigire, bêjin Kurdistan petrol radest nekiriye, tişteke wisa tuneye, lê radest kirina petrolê û radest kirina Kurdistanê du tiştên cudane û heta PDK mabe îradeya gelê Kurdistanê radestî ti aliyekî nayê kirin.
Top