• Tuesday, 02 July 2024
logo

Hesen Rûhanî: Trump mir û dawî bi jiyana wî ya siyasî hat

Gulan Media January 21, 2021 Nûçe
Hesen Rûhanî: Trump mir û dawî bi jiyana wî ya siyasî hat
dibêje eger Amerîka li hember Îranê biryar bide vê Îran jî biryar li hember Amerîkayê bide.
Trump îro postê Serokatiyê radest kir.
Piştî ku îro çarşem Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump, dema pîwerdariya wî ya qanûnî bi dawî hat û Koşka Spî bicîh hêşt, Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî daxuyaniyek da.
Rûhanî di daxuyaniya xwe de ya derbarê Trump de ragihand ku Trump mir û dawî bi jiyana wî ya siyasî hat.
Rûhanî herwiha kêfxweşiya xwe ya li hember bi dawî hatina serdema Trump diyar kir û anî ziman ku eger Amerîka bixwaze derbarê Îranê de biryarek bide, vê demê Îran jî biryara pêwîst li hember Amerîkayê dide.
Top