Li Brîtanyayê di 24 demjimêran de 1820 pêketiyên vîrusa koronayê canê xwe ji dest dan
Hat ragehandin qedexeyan hejmara pêketinan kêm kiriye, lê amara mirinan a zêde dê bibe sedem ku givaşên ser Xizmeta Netewî ya Tenduristiyê zêde bibe.
Şêwirmendê Zanistê yê hikûmetê Patrick Vallance derbarê rewşa nexwaşxaneyan de ragehand: ''Naha rewş pir xirabe, gelek givaşekî mezin heye. Nexwaşxane wek qada şer lê hatine.''
Serokwezîr Boris Johnson jî ji rojnamevanan re ragehandibû: ''Bi giştî li welat hejmara pêketinan naha geheştiye asta herî bilind û kêm bûnê jî em nabînin raste û aşkeraye êdî divê em vê kontrol bikin.''
Li Brîtanyayê heta naha 3 milyon û 505 hezar û 754 kes bi vîrusa koronayê ketine û 93 hezar û 290 kesên pêketî jî jiyana xwe ji dest dane.
Basnews