• Tuesday, 02 July 2024
logo

Naveroka civîna Serokê herêmê û Kurdistanê û wezîrê berevanî yê Tirkiyeyê

Gulan Media January 20, 2021 Nûçe
Naveroka civîna Serokê herêmê û Kurdistanê û wezîrê berevanî yê Tirkiyeyê
behsa rewşa giştî ya deverê kirine.
Nîvroya roja sêşem 19/01/2021 Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, pêşwaziya birêz Xulusî Akar Wezîrê Berevaniya Tirkiyê û şandeke li gel kir.

Di civînê de ku birêzan Cîgirên Serok, Wezîrê Pêşmerge, Serok Erkanê Herêma Kurdistanê û Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derveyê Herêma Kurdistanê amade bûn, behsa serdan û hevdîtinên birêz Wezîrê Berevaniya Tirkiye li Bexda û Hewlêrê kirin û her du alî tekez li ser parastina aramiya navçeyê û girîngiya hevkarî û hemahengiya Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Tirkiyê ya ji bo parastina aramiya navçeyê kirin.

Nêçîrvan Barzanî ji bilî spaskirina Tirkiyê ya ji bo hevkariyên li şerê dijî Da’îş da yên ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê, dûpat kir ku nabê axa Iraq û Herêma Kurdistanê wekî pêgehek ji bo êrîşkirina li Tirkiye û welatên cîran bê bikaranîn û hêvî xwest li vî derbarî de Iraq erkê xwe bi cîh bike. Her wiha şanda mîhvan piştrast kir ku Herêma Kurdistanê wekî herdem li navçeyê de dibe faktereke aramiyê.

Pêşxistina peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Tirkiye li hemû waran da, peywendiyên Hewlêr – Bexda û kêşeyên li ber proseya siyasî û şerê Da’îş, warên alîkarî û hemahengiya di navbera her du aliyan, rewşa navçeyê bi giştî, rêkeftina Şingalê û girîngiya bi cîhkirina wê, girîngiya parastina tixûban û asayîşa wan, peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Tirkiye, çend mijareke dinê civînê bûn.
Top