• Tuesday, 02 July 2024
logo

Hulusî Akar ligel Berpirsên pilebilind ên Herêma Kurdistanê dicive

Gulan Media January 19, 2021 Nûçe
Hulusî Akar ligel Berpirsên pilebilind ên Herêma Kurdistanê dicive
Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar li Hewlêrê ye û derbarê çend pirsên girîng ên Herêma Kurdistanê, Iraq û Tirkiyê de dicive. Ji wan pirsan jî, rewşa siyasî û ewlehî yên navçeyên sînorî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê şeva borî bi riya Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê gihîşte Herêma Kurdistanê. Di yekem cîvînên xwe de jî, Hulusî Akar ligel Serok Mesûd Barzanî civiya. Niha jî ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di civînê de ye.


Li gor zanyariyan, yek ji tewerên sereke yên civînên berpirsên bilind ên Herêma Kurdistanê û Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar, rewşa navçeyên sînorî ye ku duhî ew pirs ligel berpirsên Iraqê jî guftûgo kiribû.


Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar ligel Serokerkanê Tirkiyê Yaşar Guler bi serdaneke fermi gihîştin Hewlêrê û li Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl û Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fewzî Herîrî pêşwazî lê hate kirin.

Hulusî Akar duhî bi serdanekê gihîşt Iraqê û li Bexdayê ligel hevtayê xwe Cuma Anad, Serokomarê Iraqê Berhem Salih, Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazim û berpirsên din ên Iraqê civiyabû.

K24
Top