Li Hindîstanê kamyona barhelgir da ser karkerên razabûn: 15 kes mirin
Li eyaleta Gujarat a li rojavayê Hindîstanê îro kamyona ku li pişt ve li traktorekî da ji kontrolê derket û ajokar kontrol bi temamî ji dest da û kamyon çû da ser wan karkerên koçber ên ku li ser peyarê razabûn.
Hat ragehandin di bûyerê de 15 kesan jiyana xwe ji dest dan, 6 kes jî birîndar bûn. Piştî bûyerê gelek ambulans ji cîhê bûyerê re hatin şandin û birîndar rakirina nexwaşxaneyekî nêzîk bajarê Surat a Hindîstanê û tên derman kirin.
Basnews