Serok Barzanî pêşwazî li Wezîrê Berevaniya Tirkiyê kir
![Serok Barzanî pêşwazî li Wezîrê Berevaniya Tirkiyê kir](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/558822Image1.jpg )
Berpirsê Ofîsa Karên Derve yê Herema Kurdistanê Sefîn Dizeyî û Sererkenê Tirkiyê Yaşar Guler jî beşdarî hevdîtinê bûn.
Tê çaverêkirin, ku Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê di çarçoveya serdana xwe de bi Serokê Hikumeta Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî re jî hevdîtinan pêk bîne.
Hulusî Akar piştî serdana Bexdayê û civînên li gel berpirsên Iraqê, duh êvarê bi serdanekê gihîştibû Hewlêrê û ji aliyê Wezîrê Pêşmerge ve hatibû pêşwazîkirin.
Rudaw