Li Hesekê alîgirên hikûmetê xwepêşandan kir
![Li Hesekê alîgirên hikûmetê xwepêşandan kir](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/558763Image1.jpg )
Alîgirên Hikûmeta Sûriyê li Pêşiya dadegeha Hesekê kom bûn û xwepêşandanek li dijî dorpêçkirina çargoşeya ewlekakariyê ya bajar ji aliyê Asayîşê ve pêk anîn.
Herwiha alîgirên Hikûmeta Sûriyê nerazîbûna xwe li dijî qutkirina avê li ser bajarê Hesekê nîşan dan.
Asayîşa Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê 3 roj in çargoşeya ewlekariyê dorpêç kiriye û rê nade ku hêzên leşkerên Sûriyê derbasî nav wê navçeyê bibin. Mlên karmend û berpirsên ser bi hikûmeta Sûriyê li çargoşeya ewkekariyê hene.
Rudaw