• Tuesday, 02 July 2024
logo

Serok Barzanî: Kurdistantv pêşenga çapemeniya Kurdî bûye

Gulan Media January 18, 2021 Nûçe
Serok Barzanî: Kurdistantv pêşenga çapemeniya Kurdî bûye
dibêje Kurdistantv pêşenga çapemeniya Kurdî bûye.
Peyameke pîrozbayî pêşkêş kiriye.

Bi minasebeta 22 saliya damezrandina Kurdistantv, Serok Barzanî peyamek pêşkêş kiriye ku tekesta peyamê wisaye;

Birêzan serpereştiyar, borda birêvebirin karmend û stafa Kurdistantv

Di 22mîn salvegera damezrandina Kurdistantvê de gerimtirîn pîrozbayiyên xwe pêşkêşî we dikim û hêviya serkeftinê bo we dixwazim.

Kurdistantv weke yekem kanala setelayit ya Kurdî, di warê pêbend bûn bi erkê netewî, gehandina peyama aştî, bihevre jiyanê û dengê reva yê tevgera azadîxwaz ya Kurdistanê, pêşenga çapemeniya Kurdî bûye û girêdayî rast gotin û rastgoyiya pîşeyî bûye.

Niha jî Kurdistantv û Zagrostv di çarçoveya dezgeha setelayita Kurdistantv de lazime berdewam bin li ser gehandina peyamê rewa yê gelê me bo raya giştî û belav kirina hişmendiya netewî û çanda bihevre jiyanê di nava xelkê Kurdistanê de, herwiha li gor pêşkeftinên bilez yên medyayî û pêbendî buha û armancên bilind yên gelê Kurdistanê be.

Hêviya serkeftinê ji we re dixwazim.

Mesûd Barzanî

17/1/2021
Top