• Tuesday, 02 July 2024
logo

Serkirdeyekî ENKSê: PKK na lê Amerîka rijd e li ser lihevanîna aliyên kurdî li Rojava

Gulan Media January 17, 2021 Nûçe
Serkirdeyekî ENKSê: PKK na lê Amerîka rijd e li ser lihevanîna aliyên kurdî li Rojava
Endamekî Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) dibêje, Amerîka rijd e li ser lihevanîna aliyên kurdî li Rojava û gotinên Aldar Xelîl jî hatine pûçkirin.

Çend roj berê berpirsekî PYDê bi navê Aldar Xelîl bi tundî êrişî pêşmergeyên Roj kiribû û heqaret li wan kiribû. Ev gotinên Aldar Xelîl rastî nerazîbûnên tund hem li nav kurdan de hem jî li ser asta navdewletî hatibû.

Li ser vê mijarê, endamê ENKSê dr. Kawe Ezîzî ji BasNewsê re got, PKK dixwaze bi wê yekê li pêşiya danûstandin û lihevhatina aliyên kurdî astengiyê çêbike. Bo vê jî kesekî tund mîna Aldar Xelîl bikar tîne. Ji ber ku ew serkirdeyê PYDê mîna PKK û Qendîl hizir dike.

Dr. Kawe Ezîzî her wiha got, lê Amerîka li ser rêkeftina aliyên kurdî li Rojava rijd e. Ji xwe balyozxaneya Amerîka li Şamê yekser piştî gotinên Aldar Xelîl peyamek belav kir û têkestî li ser danûstandinan kir. Ev jî bû sebeb ku gotinên wî berpirsê PYDê pûç bibin. Li nav PYDê de jî gotinên Aldar Xelîl nehat pêşwazîkirin.

Bi gotina wî serkirdeyê ENKSê, heta ji destê PKKê were dê hewla têkdana danûstandinan bide lê hebûna Amerîka vê pilana PKKê betal dike.
Top