• Tuesday, 02 July 2024
logo

Ji bo Ocalan 400 zîndanî ketine greva birçîbûnê

Gulan Media January 17, 2021 Nûçe
Ji bo Ocalan 400 zîndanî ketine greva birçîbûnê
Li girtîgehên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê nêzîkî 400 girtiyên bi ser PKKê û PJAKê ve bi daxwaza rakirina “tecrîda li ser Rêveberê PKKê Abdullah Ocalan” grêva birçîbûnê dimeşînin. Grev bi grûbên 5 kesî tê birêve birin û niha grûba 10emîn di grevê de ye. Komeleya Mafê Mirovan, HDP û Komeleya Malbatên Girtiyan daxwazê ji Wezareta Dadê ya Tirkiyê dikin ku guh bide daxwazên girtiyan.

Li gorî amarên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) li 107 li gorî amarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li 120 girtîgehên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê nêzîkî 400 girtîyên bi ser PKK û PJAKê zêdetirî 50 roj in ketine greva birçîbûnê. Daxwaza sereka ya girtiyên weke grevên salên borî rakirina “tecrîda li ser rêberê PKKê Abdullah Ocalan” e.

Derbarê vê yekê de Serokê Giştî yê ÎHDê Ozturk Turkdogan got: “Eger kêşe neyên çareserkirin û tecrîda li girtîgeha Îmraliyê neyê rakirin, îhtimal heye ku grevên birçîbûnê berfirehtir û dijwartir bibin. Dibe ku wê demê hejmar bigehe 3 hezar kesan. Metirisyeke mezin heye.”

Li gorî agahiyên ji komisyonên peywendîdar yên komeleyan hatine vergirtin ji ber ku greva birçîbûnê bi nobet tê kirin û her girtiyek 5 rojan dikeve grevê heta niha rewşa tenduristiya girtiyan neketiye metirsiyeke mezin. Malbatên girtiyan jî daxwaz ji Wezareta Dadê ya Tirkiyê dikin ku daxwazên kes û karên wan bên bicih kirin.

Hevserokê Komeleya Piştgiriya Malbatên Girtiyan Husnu Taş jî got: “Bi rastî tecrîda li ser brêz Ocalan tecrîda li ser hemû girtiyan ne. Em dibînin ku tecrîd li ser herkesê heye. piştî Covid-19ê şertên li girtîgehan gellek girantir bûne. Zext hene mişextîkirin heye.”

Li gor amaran bi armanca rakirina “tecrîda li ser rêberê PKKê Abdullah Ocalan” sala 2018ê nêzîkî 3 hezar kes ketine greva birçîbûnê û 9 kesan jiyana xwe ji dest da, sala 2019ê jî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 3 hezar 60 kes beşdarî greva birçîbûnê bûne.

Parlementera HDPê Gulistan Kiliç Koçyigit jî got: “Mixabin sala 2020ê jî mijara tecrîdê nehate çareserkirin û çi gavên erênî nehatin avêtin. Ji ber wê careke din grevên birçîbûnê destpê kirin. Li dinyayê çi nimûneyên weke grava Îmraliyê nîne. Tecrîda desthilatê li ser birêz Ocalan bûye coreyekê îşkencê.”

Komeleya Mafê Mirovan heta niha meha 12 ya sala borî carekê bi Wezareta Dadê ya Tirkiyê re hevdîtinek li ser mijarê kirine û hevdîtina wan bêencam maye. Biryar e ÎHD rojên peşiya me careke din bi Wezîrê Dadê yê Tirkiyêê Abdulhemît Gul re hevdîtinekê encam bide.

Rudaw
Top