• Tuesday, 02 July 2024
logo

Li Mexmûrê ji 55 gundên kurdan tenê 6 gund avabûyî mane

Gulan Media January 17, 2021 Nûçe
Li Mexmûrê ji 55 gundên kurdan tenê 6 gund avabûyî mane
Gundên kurdan ên li sînorê qeza Mexmûrê ber bi valabûna temamî ve diçin û berpirsekî PDKê jî dibêje, ji 55 gundên kurdan ên li sînorê Mexmûrê, jiyan tenê di 6 gundan de maye.

Îro 16.01.2021ê berpirsê navçeya Mexmûrê yê PDKê Ebdula Tahîr ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ji 55 gundên kurdan ên li sînorê qeza Mexmûrê naha tenê 6 gund avabûyî ne. hejmara malên wan gundan jî ji tiliyên dest derbas nake û sedemê serekî yê valabûna wan jî, bûyerên 16ê cotmeha 2017ê ne. herwaha DAIŞ li navçeyê de heye û kurd bi asanî nikarin li gundên xwe rûnên, nebûna elektrîk û xirabiya rêyan wisa kiriye ku gundiyên kurd gundên xwe vala bikin, lê kurd xwediyê wan erd û zeviyên çandiniyê ye.’’

Herwaha got, beşek ji gundên derdora Mexmûrê jî ereb in û ew jî mijûlê sewaldarî û çandiniyê ne, lê gundên kurdan bi temamî ber bi valabûnê ve diçin.

Qeza Mexmûrê 65 kîlometreyan dikeve başûrê rojavayê parêzgeha Hewlêrê. Li bakurê wê qezaya Xebat, başûrê wê jî çemê Dîcle, rojhilatê wê zêyê biçûk û rojavayê wê jî Zê yê mezin (Zap) derbas dibe. Berê jî ji aliyê îdarî ve ser bi parêzgeha Hewlêrê bûye, lê ji ber siyaseta ereb kirinê ya salên berê ew xistine ser parêzgeha Nînowa û piraniya rûniştvanên wê kurdin. Lê çend gundeke ser bi nahyeyên Qerac û Guwêr erebên sînorê Mexmûrê ne.

Basnews
Top