• Tuesday, 02 July 2024
logo

Tirkiye gelek bi tenê maye

Gulan Media January 17, 2021 Nûçe
Tirkiye gelek bi tenê maye
dibêje li Amerîkayê dostê Tirkiyeyê nemane.
Dibêje siyasetên Erdogan bûne sedem.

Balyozê berê yê Amerîkayê yê li Enqereyê û herwiha nunerê berê yê Serokê Amerîkayê yê bo karûbarên Sûriyeyê James Jeffrey ragihand ku niha weke berê dostên Tirkiyeyê li Amerîkayê nemane û dostên berê yên Tirkiyeyê jî çûne nava eniya dijî Tirkiyeyê.

Jeffrey diyar kiriye ku qirîza sîstema berevanî ya mûşekî ya S400an derbeke gelek dijwar li têkiliyên navbera Amerîka û Tirkiyeyê de daye.

Nav hatî ew yek eşkere kiriye ku jiber siyasetên xwe Tirkiye hem li cîhanê û him jî li deverê hatiye bitenê hêştin û ti dosteke Tirkiyeyê li deverê de nemaye.
Top