Hemwelatiyekî Şingalê: Em vegeriyan Şingalê, lê ji ber nebûna ewlehiyê me nekarî bimînin
![Hemwelatiyekî Şingalê: Em vegeriyan Şingalê, lê ji ber nebûna ewlehiyê me nekarî bimînin](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/5e9cb4b852f09949fd7cab118b6b6b8a_L.jpg )
Hemwelatiyê nahyeya Gir Uzêr a ser bi qeza Şingalê Murad Şemo ji BasNewsê re ragehand: ‘’Em meha cotmeha sal borî vegeriyan ser mal û cîhên jiyana xwe. Lê me dît mala me hemû hatiye talan kirin. Derî û pencere hemû hatine derxistin û ti tiştek nemaye. Eger mala me nehatiba talan kirin û xizmeta av û elektrîkê heba em dê maban, lê ti tiştek nemaye û me jî nekarî bimînin.’’
Herwaha got: ‘’Naha gelek erebên şîe vegeriyane sînorê Şingalê û dest bi nûjen kirina mezargehên şîeyan li Şingalê kirin, li hember vê jî perestgeh û cîhên olî yên kurdên êzdî nehatina nûjen kirin û çêkirin. Ji ber hebûna Heşbî Şeibî gelek piştevanî li şîeyên Şingalê tê kirin û xelkekî zêde jî ji wan vegeriyaye Şingalê.’’
Murad Şemo got: ‘’Ji ber rewşa xirab li nahyeya Gir Uzêr ez bi naçarî vegeriyam bo wargeha Şarya ya li qeza Sêmêlê ya parêzgeha Duhokê û ez li wê derê koçberim. Bi rastî em ji vê rewşê bêzar bûn û em dixwazin asayîş û seqamgirî li Şingalê bê dabîn kirin. Wê demê emê vegerin ser mal û halên xwe û emê ava bikin.’’
Basnews