• Tuesday, 02 July 2024
logo

Hevpeymaniya Navdewletî alîkariyên leşkerî dişîne rojavayê Kurdistanê

Gulan Media January 17, 2021 Nûçe
Hevpeymaniya Navdewletî alîkariyên leşkerî dişîne rojavayê Kurdistanê
Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê karwaneke alîkariyên leşkerî û lojistî derbasî rojavayê Kurdistanê kir.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, Hevpeymaniya Navdewletî 35 barhilgirên ku alavên leşkerî û lojistî hilgirtibûn di deriyê Welîd re ji Herêma Kurdistanê derbasî rojavayê Kurdistanê kirin.

Rewangehê diyar kir, beşek ji barhilgiran berên xwe dan Hesekê û beşeke din jî ber bi Dêrazorê çûn.

Roja 10ê vê mehê jî Hevpeymaniya Navdewletî 25 barhilgirên alîkariyên leşkerî û lojistî ji Herêma Kurdistanê derbasî parêzgeha Hesekê kiribû.

Her çend e Serokê Amerîka Donald Trump di Cotmeha 2019an de biryar vekişandina hêzên xwe ji Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê dabû, lê ta niha hêzên Amerîka li hin navçeyên Rojavayê Kurdistanê mane û gerên çavdêriyê jî dikin.

K24
Top