Li Herêma Kurdistanê hejmara herî kêm a pêketina Koronayê hat tomarkirin
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 43 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 6 kes li Hewlêrê, 4 kes li Silêmaniyê, 33 kes li Duhokê ne.
Herwiha ragihand; 2 kesan ji ber vîrûsa koronayê canê xwe ji dest dane, ku ji wan 1 kes li Silêmaniyê û 1 kes li Duhokê ye.
Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 977 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 381 kes li Hewlêrê, 185 kes li Silêmaniyê, 337 kes li Duhokê, 32 kes li Raperînê û 42 kes li Germiyanê ne.
Amarên giştî:
Pêketin: 104964
Mirin: 3436
Başbûn: 85814
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.